Dinya

Li Xezeya ku Îsraîl sotemenî û alîkariya mirovî sînordar kiriye heta niha 10 zarok ji sermayê mirine

Nour Mahd Ali Abuaisha, Halime Afra Aksoy  | 25.01.2026 - Rojanekırın : 25.01.2026
Li Xezeya ku Îsraîl sotemenî û alîkariya mirovî sînordar kiriye heta niha 10 zarok ji sermayê mirine

Gazze

Wezareta Tenduristiyê ya li Xeta Xezeyê ragihand ku ji destpêka zivistanê vir va ji ber astengkirina şandina sotemenî û alîkariyên mirovî ji aliyê Îsraîlê va bo herêmê, 10 zarok ji sermayê mirine.

Wezaretê di daxuyaniyeke nivîskî da derbarê mijarê da agahî da.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Zarokê 3 mehî Elî Ebû Zur li Nexweşxaneya Şehîdên El-Eqsayê ji ber sermaya zêde mir."

Hat diyarkirin, hejmara zarokên ku ji zivistanê vir va li Xezeyê ji ber sermayê mirine gihîştiye 10an.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın