Dinya

Li Xezeya ku Îsraîl rê li ber hatina sotemenî û alîkariyên mirovî digire, pitikeke 27 rojî ji sermayê mir

Mehmet Nuri Uçar  | 17.01.2026 - Rojanekırın : 17.01.2026
Li Xezeya ku Îsraîl rê li ber hatina sotemenî û alîkariyên mirovî digire, pitikeke 27 rojî ji sermayê mir

Istanbul

 Li Xan Yûnisa bajarê Xeta Xezeya ku Îsraîl rê li ber hatina sotemenî û alîkariyên mirovî digire, pitikeke 27 rojî ji sermayê jiyana xwe ji dest da.

Li gorî çavkaniyên tenduristiyê, îro li Xan Yûnisê pitikeke 27 rojî bi navê Aîşe Aîşe el-Axa ji ber sermaya dijwar mir.

Bi mirina pitikê ra, hejmara zarokên ku ji destpêka zivistanê va li Xeta Xezeyê ji ber sermaya dijwar mirine gihîştiye 8an.

Çavkaniyên herêmî û bijîşkî diyar kirin ku ev mirin rasterast bi sînordarkirinên Îsraîlê yên tevî agirbestê, bi rêgirîkirina li gihandina alîkariya mirovî bo Xezeyê va girêdayî ne.

Li gorî çavkaniyan, ji ber kêmbûna gihîştina xwarin, derman, pêdiviyên bijîşkî, sotemenî û alavên stargehê bo herêmê, bi sed hezaran Filistînî di konên demkî û nebaş da dijîn.

Çavkaniyan destnîşan kir ku bi taybetî malbatên koçber li deverên bêparastin ên ku rastî hewaya sar tên dijîn û tekez kirin ku rewşa heyî ji bo zarok û pitikan xetereyeke mezin ya jiyanê çêdike.

Hat ragihandin ku xelkê Xezeyê di gihîştina xanî û xizmetên tenduristiyê da zehmetiyên giran dikişînin û vebijarkên germkirinê ji ber astengkirina radestkirina sotemeniyê hema hema bi tevahî ji holê rabûne.

Hat destnîşankirin ku şert û mercên hewayê yên weke bahoz, baran û seqemê yên ku bandorê li herêmê dikin, tevî ku agirbest di rewacê da ye jî, qeyrana mirovî ya kûrtir hê xirabtir dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın