Dinya

Li Xezeya ku Îsraîl nahêle sotemenî û alîkariya însanî derbas bibê, dergûşeke 7 mehî ji sermana mir

Ramzi Mahmud, Halime Afra Aksoy  | 20.01.2026 - Rojanekırın : 21.01.2026
Li Xezeya ku Îsraîl nahêle sotemenî û alîkariya însanî derbas bibê, dergûşeke 7 mehî ji sermana mir

Gazze

 Li Xeta Xezeya ku Îsraîl nahêle sotemenî û alîkariya însanî derbas bibê, dergûşeke 7 mehî di sir û seqemê da mir.

Li gor agahiya ku ji çavkaniyên nexweşxaneyê hat hildan, li taxa Derecê ya ku dikeve rojhilata bajarê Xezeyê, dilê dergûşa keçik Şeza Ebû Cerrada 7 mehî di sir û seqemê da sekinî.

Jimara zarokên ku ji serê zivistanê vir va li Xezeyê di sir û sermayê da mirin, derket 9an.

Daîreya Meteorolojiyê ya Filistînê ragihandibû ku Xeze jî tê da Filistîn ket binê tesîra sir û seqema ku ji cemseran hat.

Digel agirbestê Îsraîl ji bo Xeta Xezeyê derbaskirina alîkariyê sînordar dike, bi sed hezaran kes di kûlik û çadirên hevda pevda da dijîn û li ber xwe didin.

Li herêmê barana gura ku dibare û bahoza ku radibe, çadiran serobino dike û bi taybetî zarok û dergûş di sir û sermayê da îdare nakin.

Her çend peymana agirbestê di 10ê Cotmehê da ketibe rewacê jî, rewşa însanî ya li Xezeyê baş nebû.

Ji ber ku Îsraîlê berpirsiyariyên xwe yên peymanê bi cih neanîn, ji bo Xeta Xezeyê derbaskirina xida, derman, alavên tibî, sotemenî û ekîpmanên sitarbûnê sînordar kir, rewşa însanî xerabtir dibe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın