Li Xezeya ku bi zexta Îsraîlê xela lê rabûye di 24 saetên dawîn da 8 kesên din jî ji birçîna mirin
Li Xezeyê hejmara kesên ji ber xelayê mirin 94 jê zarok derket 188an

Istanbul
Hat ragihandin ku li Xeta Xezeyê ya ku di bin dorpêça Îsraîlê da ye û bi xelayê ra rû bi rû hatiye hiştin, di 24 saetên dawîn da yek jê zarok 8 kesên din jî ji birçîna mirin û hejmara kesên ji ber xelayê mirin 94 jê zarok derket 188an.
Munîr el-Burşê Midûrê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê, di parvekirina li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da der heqê kesên li Xezeyê ji ber xelayê mirin, agahî dan.
Burş bal kişand ku li Xezeyê di 24 saetên dawîn da yek jê zarok 8 kesên din jî ji birçîna mirin û hejmara kesên ji ber xelayê mirin 94 jê zarok derket 188an.
- Li Xezeya di bin dorpêç û êrîşên Îsraîlê da 95 pêketiyên nû yên "Sendroma Guillain-Barreyê" hatin tesbîtkirin
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê ragihand ku di encama vexwarina ava qirêj û kêmxwarinê da ku ji ber polîtîkaya birçîhiştinê ya Îsraîlê jimara kesên bi Sendroma Guillain-Barreyê dikevin zêde bûye û ev ek jî cihê fikarê ye.
Rêveberê Giştî yê Wezaretê Munîr el-Burş di daxuyaniyeke nivîskî da diyar kir ku 95 pêketiyên nû yên Guillain-Barreyê hatine tomarkirin, ku di nav wan da 2 zarokên di bin 15 salî de hene.
Burş tekez kir ku 45 ji wan pêketiyan zarok in û di rewşa asayî da di salê da nîvendî pêketiyek tenê dihate dîtin.
Burş diyar kir ku di vê sendroma da, wendakirina ji nişka va ya kontrola masûlkeyan ku ji jêr ber bi jor va belav dibe û dikare bibe sedema kêmiya hilmkişandinê û mirinê.
Burş destnîşa kir ku belavbûna bilez a nexweşiyê ji ber dorpêça Îsraîlê ya li ser Xezeyê, astengkirina gihîştina derman û xwarinên bingehîn, qirêjiya avê û kêmbûna xwarinê ye.
- Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da kesên ku li benda alîkariya mirovî bûn jî di nav da, 20 Filistînî hatin kuştin
Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên ji serê sibê pê va li ser deverên cuda yên Xeta Xezeyê da 9 kesên ku li benda alîkariya mirovî bûn jî di nav da, tevahî 20 Filistînî hatin kuştin.
Li gorî çavkaniyên tenduristiyê û şahidên bûyerê yên ku daxuyanî dan nûçegihanê AAyê, li dijî kon û malên kesên ku li deverên başûr, navîn û bakurê Xeta Xezeyê yên ku koçber bûne û kesên ku li benda alîkariya mirovî bûn, êrîş hatin kirin.
Di van êrîşên Îsraîlê yên ji serê sibê pê va li ser deverên cuda yên Xeta Xezeyê dike da jê 9 kesên ku li benda alîkariya mirovî bûn, tevahî 20 Filistînî hatin kuştin.