Dinya

Li Xezeya ku bi zexta Îsraîlê xela lê rabûye di 24 saetên dawîn da 5 kesên din jî ji birçîna mirin

- Li Xezeyê ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va hejmara kesên ji ber xelayê mirin 101 jê zarok derket 222yan

Esat Fırat  | 11.08.2025 - Rojanekırın : 12.08.2025
Li Xezeya ku bi zexta Îsraîlê xela lê rabûye di 24 saetên dawîn da 5 kesên din jî ji birçîna mirin

Istanbul

Li Xeta Xezeyê ya ku di bin dorpêça Îsraîlê da ye û bi xelayê ra rû bi rû hatiye hiştin, di 24 saetên dawîn da 1 jê zarok 5 kesên din jî ji birçîna mirin û hejmara kesên ji ber xelayê mirin 101 jê zarok derket 222yan.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiya Filistînê ya li Xezeyê da der heqê kesên ji birçîna mirin daneyên dawîn hatin parvekirin.

Di daxuyaniyê da hat balkişandin ku ji ber êrîş û dorpêça Îsraîlê li Xezeyê mirina însanan a ji ber xelayê didome û her wiha di 24 saetên dawîn da 1 jê zarok 5 Filistîniyên din jî ji birçîna mirin.

Her wisa hat destnîşankirin ku li Xezeyê ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va hejmara kesên ji ber xelayê mirin 101 jê zarok derket 222yan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın