Dinya

Li Xezeya ku Îsraîl lê xela daye rakirin, jimara kesên ku ji birçîna mirin, derket 455an

Safiye Karabacak  | 01.10.2025 - Rojanekırın : 02.10.2025
Li Xezeya ku Îsraîl lê xela daye rakirin, jimara kesên ku ji birçîna mirin, derket 455an

Istanbul

Hat ragihandin ku ji ber êrîş û dorpêçkirina Îsraîlê li Xeta Xezeyê xela rabû û jimara kesên ku ji birçîna mirin, derket 455an.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê da li ser kesên ji birçîna mirin daneyên dawîn hatin parvekirin.

Li gor daxuyaniyê li Xezeya ku Îsraîlê dorpêç kiriye û êrîş dikê, di 24 saetên dawîn da 2 Filistîniyên din jî ji birçîna mirin û ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va jimara kesên ku ji birçîna mirin, 151 jê zarok, derket 455an.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku Tesnîfa Merheleyê ya Ewlehiya Xidayê ya Entegre (IPC) ku Neteweyên Yekbûyî (NY) piştgiriyê didê, di 22yê Tebaxê da li bajarê Xezeyê xela îlan kir û ji wê demê vir va 36 jê zarok 177 kes ji birçîna mirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.