Li Xezeya ku Îsraîl 239 roj e lê êrîşên xwe didomîne jimara kuştiyan derket 36 hezar û 379an
Istanbul
Di êrîşên ku artêşa Îsraîlê ji 7ê cotmeha 2023yan vir va dibe ser Xeta Xezeyê da jimara kuştiyan di 24 saetên dawîn da 60 zêde bû û derket 36 hezar û 379an.
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê da der barê êrîşên ku Îsraîl 239 roj e dibe ser Xeta Xezeyê da agahî hat dayîn.
Hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê di 24 saetên dawîn da li cihên cuda yên Xezeyê 5 "qetlîam" kirin û di êrîşên navborî da 60 Filistîniyên din hatin kuştin û 280 Filistînî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku jimara kesên ku di êrîşên Îsraîl ji 7ê cotmehê va dibe ser Xeta Xezeyê da hatin kuştin derket 36 hezar û 284an, jimara birîndaran derket 82 hezar û 57an.
