Dinya

Li Xezeya ku Îsraîlê xela lê rakiriye di 24 saetên dawîn da jê 2 zarok, 6 kesên din jî ji birçîna mirin

Safiye Karabacak  | 08.09.2025 - Rojanekırın : 09.09.2025
Li Xezeya ku Îsraîlê xela lê rakiriye di 24 saetên dawîn da jê 2 zarok, 6 kesên din jî ji birçîna mirin

Istanbul

Li Xeta Xezeyê ya ji ber dorpêçî û êrîşên Îsraîlê xela lê rabûye, di 24 saetên dawîn da jê 2 zarok, 6 Filistîniyên din jî ji birçîna mirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê da der barê kesên ji birçîna mirin da daneyên dawîn hatin parvekirin.

Li gor daxuyaniyê di 24 saetên dawî da jê 2 zarok, 6 Filistîniyên din jî ji birçîna mirin.

Hat destnîşankirin ku li Xeta Xezeyê ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va hejmara kesên ji ber xelayê mirin jê 140 zarok, derket 393yan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın