Li Xezeya ku Îsraîlê xela lê rakiriye di 24 saetên dawîn da 3 kesên din jî ji birçîna mirin

Istanbul
Li Xeta Xezeyê ya ji ber dorpêç û êrîşên Îsraîlê xela lê rabûye, di 24 saetên dawîn da 3 Filistîniyên din jî ji birçîna mirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê da der barê kesên ji birçîna mirin da daneyên dawîn hatin parvekirin.
Li gor daxuyaniyê di 24 saetên dawî da 3 Filistîniyên din jî ji birçîna mirin.
Hat destnîşankirin ku li Xeta Xezeyê ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va hejmara kesên ji ber xelayê mirin 131 jê zarok, derket 370.