Dinya

Li Xezeya ku Îsraîlê xela lê ferz kiriye, di 24 saetên dawîn da jê 3 zarok, 9 kesên din jî ji birçîna mirin

Halime Afra Aksoy  | 01.09.2025 - Rojanekırın : 02.09.2025
Li Xezeya ku Îsraîlê xela lê ferz kiriye, di 24 saetên dawîn da jê 3 zarok, 9 kesên din jî ji birçîna mirin

Istanbul

Li Xeta Xezeyê ya ku ji ber êrîş û dorpêça Îsraîlê xela lê rabûye, di 24 saetên dawîn da 3 jê zarok, 9 kesên din jî ji birçîna mirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê der heqê kesên ku li Xezeyê ji ber birçîbûnê mirin da, agahiyên dawîn dan.

Di daxuyaniyê da hat gotin di 24 saetên dawîn da 3 jê zarok, 9 Filistiniyên din jî ji birçîna mirin.

Hat daxuyandin ku li Xeta Xezeyê ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va hejmara kesên ji ber birçîbûnê mirin 127 jê zarok, derket 348an.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın