Li Xezeya ku Îsraîlê xela lê ferz kiriye, di 24 saetên dawîn da 3 kesên din jî ji birçîna mirin û hejmar gihîşt 269an

Istanbul
Li Xeta Xezeyê ya ku ji ber êrîş û dorpêça Îsraîlê bi xelayê ra rû bi rû ye, di 24 saetên dawîn da 3 Filistîniyên din jî ji birçîna mirin, hejmara kesên ku ji ber birçîbûnê mirin gihîşt 269an.
Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê der barê kesên ku li Xezeyê ji ber birçîbûnê mirin da, agahiyên dawîn parve kir.
Hat ragihandin di 24 saetên dawîn da 3 Filistiniyên din jî ji ber birçîbûnê mirin.
Li Xezeyê ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va hejmara kesên ji ber birçîbûnê mirin jê 112 zarok, gihîşt 269an.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.