Dinya

Li Xezeya ku Îsraîlê qeyrana birçîbûnê li ser ferz dike "senaryoya herî xirab a xelayê" li holê ye

Dilara Karataş, Irmak Akcan, Muhammet ikbal Arslan  | 29.07.2025 - Rojanekırın : 30.07.2025
Li Xezeya ku Îsraîlê qeyrana birçîbûnê li ser ferz dike "senaryoya herî xirab a xelayê" li holê ye

Ankara

 Di rapora Polkirina Qonaxa Ewlekariya Xurekê ya Yekgirtî (IPC) da hat ragihandin ku li Xeta Xezeyê ji ber embargoyên Îsraîlê "senaryoya herî xirab a xelayê" li holê ye û dema midaxeleyeke lezgîn neyê kirin tê çaverêkirin mirin zêdetir bibin.

IPCê derbarê rewşa dawîn a Xeta Xezeyê ya ji ber embargoyên Îsraîlê û êrîşên wê yên ku zêde dibin di nava xelayê da ye, raporek weşand.

Di raporê da tekezî hat kirin ku Xeze nêzîkî du salan e di nava xelayê da ye, lê geşedanên dawî, di serî da dorpêça ku Îsraîlê her ku diçe tundtir dike, rewş "bi awayekî dramatîk xirabtir" kiriye.

Di raporê da hat destnîşankirin ku qeyran "gihîştiye xaleke werçerxê ya kujer" û hat gotin ku xerckirina xwarinê li Xezeyê ji destpêka êrîşa Îsraîlê va daketiye asta herî nizm û rêjeyên kêmasiya akût li Xezeyê ji sînorê birçîbûnê derbas bûye.

Di raporê da hat ragihandin ku li Xeta Xezeyê "senaryoya herî xirab a xelayê" li holê ye û dema midaxeleyeke lezgîn neyê kirin tê çaverêkirin mirin zêdetir bibin.

Di raporê da hat destnîşankirin ku ji ber êrîşên asîmanî û bejahî yên Îsraîlê yên zêde dibin, niha li seranserê Xezeyê gihîştina xwarinê heta bê bes bêpergal û metirsîdar e.


- Bernameya Xidaya Dinyayê ya NYyê: Li Xezeyê senaryoya herî xirab a xelayê tê jiyîn

 Jean-Martin Bauerê Dîrektorê Ewlehiya Xidayê û Analîza Xurek a Bernameya Xidaya Dinyayê (WFP) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku li Xezeyê senaryoya herî xirab a xelayê tê jiyîn.

Bauer online beşdarî civîna çapemeniyê ya heftane ya Ofîsa NYyê ya li Cenevreyê bû û xelaya li Xezeya di bin dorpêç û êrîşên Îsraîlê da ye, nirxand.

Bauer da bibîrxistin ku Sinifandina Qonaxan a Ewlehiya Xidaya Entegre (IPC) di gulanê da der heqê Xezeyê da raporek weşand û rîskeke xelayê ya ji bo Xezeyê dihat pêşbînîkirin hat tesbîtkirin û her wiha got ku qedera nîv milyon însanên li vir di asta 5em a IPCyê da ne ku wekî asta felaketê tê zanîn.

Bauer diyar kir ku di wê raporê da jî ya ku îro ji hêla IPCyê hat weşandin, rewş xirabtir dibe û wiha got, "Rewş di mehên derbasbûyî da gelekî xirabtir bû. Em di ewlehiya xidayê û nîşangehên xurek da xirabbûnekê dibînin."

Bauer ragihand ku li Xezeyê senaryoyaya herî xirab a xelayê tê jiyîn û wiha got, "Êdî li beşeke mezin a Xezeyê asta xelayê derbas bûye. Ev gelekî giring e û em vê cara ewil e li Xezeyê dibînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın