Dinya

Li Xezeya ku Îsraîlê ew mehkûmî birçîbûnê kiriye bebeke din a 8 mehî ji birçîna mir

Jomaa Younis, Halime Afra Aksoy, Ali Semerci  | 25.07.2025 - Rojanekırın : 26.07.2025
Li Xezeya ku Îsraîlê ew mehkûmî birçîbûnê kiriye bebeke din a 8 mehî ji birçîna mir

Gazze

 Li Xeta Xezeya ku ji ber eblûqeya Îsraîlê, çûna alîkariya mirovî lê sînordar e, bebeke din a 8 mehî ji birçîna canê xwe ji dest da.

Çavkaniyên nexweşxaneyê ragihandin ku Nûr Riyad Ahzik a 8 mehî ku ji ber birçîbûn û kêmbûna xurekê bê hal ketibû, anîne Nexweşxaneya Şîfa ya li bajarê Xezeyê.

Hat ragihandin ku tevî midaxeleyên tîmên bijîşkî jî, ji ber ku rewşa bebekê hêdî hêdî xirab dibû û nebûna alavên bijîşkî û dermanan, nehat rizgarkirin.

Li gorî daxuyaniyeke Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê, ji destpêka êrîşên Îsraîlê, ji 7ê Cotmeha 2023an heta niha li Xezeyê 113 kes, ku 81 ji wan zarok in, ji ber birçîbûn û kêmbûna xurekê mirine.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın