Dinya

Li Xezeyê ji ber êrîşên Îsraîlê hejmara Filistîniyên hatine kuştin derket 38 hezar û 295an

Nour Mahd Ali Abuaisha, Mahmut Geldi  | 10.07.2024 - Rojanekırın : 11.07.2024
Li Xezeyê ji ber êrîşên Îsraîlê hejmara Filistîniyên hatine kuştin derket 38 hezar û 295an

Palestinian Territory

 Li Xeta Xezeyê ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va hejmara Filistîniyên ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê hatine kuştin derket 38 hezar û 295an.

Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê da hat destnîşankirin ku êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê 278 roj in didomin.

Hat diyarkirin di 24 saetên dawîn da 52 kes hatin kuştin û 208 kes jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku hejmara Filistîniyên ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê hatine kuştin derket 38 hezar û 295an.

Hat diyarkirin ku ji ber êrîşan hejmara birîndaran jî bû 88 hezar û 241.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin di bin kavilan da û li keviyên rêyan hê cinaze hene û ji ber êrîşên hêzên Îsraîlê ekîbên tenduristiyê û wezîfedarên parastina sivîl nikarin cinazeyan derxin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın