Li Xezeyê di 24 saetên dawîn da yek jê zarok 10 kes ji birçîna mirin
Li Xezeyê ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va ku êrîşên Îsraîlê dest pê kirin, 81 jê zarok jimara kesên ku ji birçîna mirin, derket 111an

Istanbul
Hat ragihandin, li Xeta Xezeyê ku ji ber dorpêçkirin û êrîşên Îsraîlê xela lê rabûye, di 24 saetên dawîn da yek jê zarok 10 kes ji birçîna mirin.
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê da li ser kesên ku di xelayê da ji birçîna mirin, agahî hat dayîn.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Di 24 saetên dawîn da li nexweşxaneyên Xeta Xezeyê yek jê zarok 10 kes ji birçîna mirin."
Li Xezeyê ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va ku êrîşên Îsraîlê dest pê kirin, 81 jê zarok jimara kesên ku ji birçîna mirin, derket 111an.
- Zêdeyî 100 saziyên alîkariyê hişyarî dan ku li Xezeyê xela rabûye
Zêdeyî 100 saziyên alîkariyê yên di navê da Doktorên Sînornenas, Save The Children û Oxfam jî hene, hişyarî dan ku li Xeta Xezeyê ya di ber êrîşên Îsraîlê da ye xela rabûye.
Saziyên alîkariyê ji bo balê bikişînin ser xelaya li Xezeyê û her wiha destûr bê dayîn ku alîkariyên mirovî derbasî Xezeyê bibin, daxuyaniya nivîskî ya hevbeş dan.
Di daxuyaniyê da hat balkişandin ku li Xezeya ku qedera 2,3 milyon însan lê dijî, Filistînî li benda agirbest û alîkariyên mirovî ne lê her roj çavên xwe li rewşeke xirabtir vedikin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku li gorî Neteweyên Yekbûyî, ji bo dabînkirina pêdiviyên li herêmê rojane divê bi nîvendî 600 tirên alîkariyê derbasî Xezeyê bibin lê bi tenê rojane 28 tirên alîkariyê derbasî Xezeyê dibin ku jî têra dabînkirina pêdiviyên li Xezeyê nake.
Hat diyarkirin ku li Xezeyê zarok û extiyar di serî da di asta rekorê da weqayên birçîmayînê tên ragihandin û her wiha li Xezeyê însan ji ber tî û birçîbûnê li ser kuçe û kolanan dixeriqin.
Di daxuyaniyê da hişyarî hat dayîn ku xela rabûye û lewma jî bangewazî hat kirin ku li herêmê agirbesta bilez û mayînde were ragihandin û destûr ji bo derbasbûna alîkariyên mirovî bê dayîn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.