Li Xeta Xezeyê ya ku Îsraîlê xela lê rakiriye, di 24 saetên dawîn da 6 kesên din jî ji birçîna mirin

Istanbul
Li Xeta Xezeyê ya ku ji ber êrîş û dorpêça Îsraîlê xela lê heye, di 24 saetên dawîn da 6 Filistîniyên din jî ji birçîna mirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê da der barê kesên ji birçîna mirin da daneyên dawîn hatin parvekirin.
Li gor daxuyaniyê, di 24 saetên dawîn da 6 Filistîniyên din jî ji birçîna mirin.
Hat destnîşankirin ku li Xeta Xezeyê ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va hejmara kesên ji ber xelayê mirin jê 140 zarok, derket 399an.