Li Xeta Xezeyê ya ku Îsraîlê xela lê ferz kiriye, di 24 saetên dawîn da yek jê zarok, 4 kesên din jî ji birçîna mirin

Istanbul
Li Xeta Xezeyê ya ku ji ber êrîş û dorpêça Îsraîlê bi xelayê ra rû bi rû ye, di 24 saetên dawîn da yek jê zarok 4 Filistiniyên din jî ji birçîna mirin, hejmara kesên ku ji ber birçîbûnê mirin gihîşt 197an.
Midûrê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê Munîr el-Burş li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê der heqê kesên li Xezeyê ji ber birçîbûnê mirin da, agahî dan.
Burş anî ziman ku li Xezeyê mirina ji ber biçîbûnê dewam dike û daxuyand ku di 24 saetên dawîn da yek jê zarok, 4 Filistiniyên din jî ji ber birçîbûnê mirin.
Burş got li Xezeyê hejmara kesên ku ji ber birçîbûnê mirin jê 96 zarok, gihîşt 197an.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.