Li Xeta Xezeyê ya ku Îsraîlê xela lê ferz kiriye, di 24 saetên dawîn da 5 kesên din jî ji ber birçîbûnê mirin

Istanbul
Li Xeta Xezeyê ya ku Îsraîlê xela lê ferz kiriye, di 24 saetên dawîn da 5 Filistîniyên din jî ji ber birçîbûnê mirin û hejmara kesên ku ji ber biçîbûnê mirin jê 93 zarok, gihîşt 180.
Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û der barê kesên ji ber birçîbûnê mirin da agahiyan parve kir.
Hat ragihandin ku di 24 saetên dawîn da 5 Filistîniyên din jî ji ber birçîbûnê mirin û li Xezeyê hejmara kesên ku ji ber biçîbûnê mirin jê 93 zarok, gihîşt 180.
- Xezeyî ji ber birçîbûnê dimirin
Li Xeta Xezeyê ya ku di bin êrîşên Îsraîlê da ye û ji bo ku alîkariya mirovî negîhêje dorpêçiyeke tund lê tê kirin, ji ber kêmasiya av, xwarin, derman, pêdiviyên tibî û alavên paqijiyê karesateke mirovî heye.
Li Xeta Xezeyê bi taybetî zarok gelek kes ji ber birçîbûnê dimirin.
Derûdorên herêmî û navneteweyî dibêjin Îsraîl "birçîbûn û tîbûnê wekî çek" bi kar tîne.
Artêşa Îsraîlê bi hilweşandina binesaziya sivîl va ji sedî 88ê Xezeyê wêran kiriye û gelek caran jî êrîşî Filistîniyên ku ji ber fermanên dersînorkirinê koçber bûne û li deverên penaberiyê dijîn, dike.
Li Xezeya ku nifûsa wê nêzîkî 2.3 mîlyon e, hejmara mirovên ku ji ber êrîş û fermanên dersînorkirinê yên Îsraîlê koçber bûne gihîştiye 2 mîlyonî ku gelek kes ne carekê, gelek caran koçber bûne.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.