Li Xeta Xezeyê ya ku Îsraîlê xela lê ferz kiriye, di 24 saetên dawîn da 3 kesên din jî ji birçîna mirin

Gazze
Li Xeta Xezeyê ya ku ji ber êrîş û dorpêça Îsraîlê bi xelayê ra rû bi rû ye, di 24 saetên dawîn da 3 Filistîniyên din jî ji birçîna mirin, hejmara kesên ku ji ber birçîbûnê mirin gihîşt 266an.
Midûrê Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê Munîr el-Burş der heqê kesên li Xezeyê ji ber birçîbûnê mirin da, agahî dan.
Burş anî ziman ku li Xezeyê mirina ji ber birçîbûnê dewam dike û daxuyand ku di 24 saetên dawîn da 3 Filistiniyên din jî ji ber birçîbûnê mirin.
Burş got li Xezeyê hejmara kesên ku ji ber birçîbûnê mirin jê 112 zarok, gihîşt 266an.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.