Dinya

Li Xeta Xezeyê ya ku Îsraîlê xela lê ferz kiriye, di 24 saetên dawîn da 2 kesên din jî ji birçîna mirin

Mahmut Geldi  | 21.08.2025 - Rojanekırın : 21.08.2025
Li Xeta Xezeyê ya ku Îsraîlê xela lê ferz kiriye, di 24 saetên dawîn da 2 kesên din jî ji birçîna mirin

Gazze

 Li Xeta Xezeyê ya ku ji ber êrîş û dorpêça Îsraîlê bi xelayê ra rû bi rû ye, di 24 saetên dawîn da 2 Filistîniyên din jî ji birçîna mirin, hejmara kesên ku ji ber birçîbûnê mirin gihîşt 271ê.

Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê di daxuyaniya xwe da der heqê kesên li Xezeyê ji ber birçîbûnê mirin da, agahî dan.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin li Xezeyê mirinên ji ber birçîbûnê dewam dikin û hat gotin ku di 24 saetên dawîn da 2 Filistiniyên din jî ji ber birçîbûnê mirin.

Hat diyarkirin li Xezeyê hejmara kesên ku ji ber birçîbûnê mirin jê 112 zarok, gihîşt 271ê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın