Dinya

Li Xeta Xezeyê ya ku Îsraîlê xela lê ferz kiriye, di 24 saetên dawîn da 11 kesên din jî ji birçîna mirin

Mehmet Nuri Uçar  | 16.08.2025 - Rojanekırın : 16.08.2025
Li Xeta Xezeyê ya ku Îsraîlê xela lê ferz kiriye, di 24 saetên dawîn da 11 kesên din jî ji birçîna mirin

Istanbul

 Li Xeta Xezeyê ya ku ji ber êrîş û dorpêça Îsraîlê bi xelayê ra rû bi rû ye, di 24 saetên dawîn da 11 Filistîniyên din jî ji birçîna mirin, hejmara kesên ku ji ber birçîbûnê mirin gihîşt 251ê.

Midûrê Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê Munîr el-Burş der heqê kesên li Xezeyê ji ber birçîbûnê mirin da, agahî dan.

Burş anî ziman ku li Xezeyê mirina ji ber biçîbûnê dewam dike û daxuyand ku di 24 saetên dawîn da 11 Filistiniyên din jî ji ber birçîbûnê mirin.

Burş got li Xezeyê hejmara kesên ku ji ber birçîbûnê mirin jê 108 zarok, gihîşt 251ê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın