Dinya

Li Xeta Xezeyê 10 dîlên Îsraîlî û 4 Taylandî radestî peywirdarên Xaça Sor kirin

Enes Canlı  | 30.11.2023 - Rojanekırın : 01.12.2023
Li Xeta Xezeyê 10 dîlên Îsraîlî û 4 Taylandî radestî peywirdarên Xaça Sor kirin

Quds

 Artêşa Îsraîlê ragihand, li Xeta Xezeya dorpêçkirî 10 dîlên Îsraîlî yên jin û zarok û 4 Taylandî bo peywirdarên Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî hatin teslîmkirin.

Li gorî daxuyaniya Berdevkiya Artêşa Îsraîlê, peywirdarên Xaça Sor ragihandin, li Xeta Xezeyê 10 dîlên Îsraîlî yên jin û zarok û 4 Taylandî bo konvoya wan hatin teslîmkirin.

Lihevkirin çêbûbû ku "navbera însanî" ya ji bo pevçûnan a di navbera Hemas û Îsraîlê da ji sêşemê bo pêncşemê were dirêjkirin. Di çarçoveya rêkeftinê da biryar hatibû dayîn ku beramberî 10 dîlên Îsraîlî yên jin û zarok ên li Xezeyê, 30 jin û zarokên dîl ên di girtîgehên Îsraîlê da dê bên berdan.

Artêşa Îsraîlê ragihandibû, berêvarê 2 Îsraîliyên ji hêla Hemasê hatin berdan gihîştin welatê xwe.

Hemasê diyar kiribû, herdu dîlên navborî welatiyên Rûs in û wan, ew ji ber hewlên Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn berdan.

Çapemeniya Îsraîlê nivîsîbû, dîlên navborî 2 Îsraîlî ne ku hemwelatîbûna wan a Rûsyayê jî heye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın