Li Xeta Xezeyê ya ku Îsraîlê xela lê ferz kiriye, di 24 saetên dawîn da 11 kesên din jî ji birçîna mirin

Istanbul
Li Xeta Xezeyê ya ku ji ber êrîş û dorpêça Îsraîlê bi xelayê ra rû bi rû ye, di 24 saetên dawîn da 11 Filistiniyên din jî ji birçîna mirin, hejmara kesên ku ji ber birçîbûnê mirin gihîşt 212an.
Midûrê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê Munîr el-Burş li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê der heqê kesên li Xezeyê ji ber birçîbûnê mirin da, agahî dan.
Burş anî ziman ku li Xezeyê mirina ji ber biçîbûnê dewam dike û daxuyand ku di 24 saetên dawîn da 11 Filistiniyên din jî ji ber birçîbûnê mirin.
Burş got li Xezeyê hejmara kesên ku ji ber birçîbûnê mirin jê 98 zarok, gihîşt 212an.
- Di encama êrîşên Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê da di 24 saetên dawîn da 39 Filistînî hatin kuştin
Li Xeta Xezeyê ku ji 7ê cotmeha 2023yan pê va êrîşên Îsraîlê lê berdewam in hejmara kuştiyan gihîşt 61 hezar û 369an.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê der barê hejmara kesên ku di êrîşên artêşa Îsraîlê da birîndar bûn û hatin kuştin agahî da.
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku di 24 saetên dawîn da 39 kes hatin kuştin û 491 kes jî birîndar bûn.
Hat destnîşankirin ku piştî peymana agirbestê ya di navbera Îsraîl û Hemasê da ya ku Îsraîlê 19ê Çileya Paşîn binpê kiribû, heta niha 9 hezar û 862 Filistînî hatine kuştin û 40 hezar û 809 sivîl jî birîndar bûne.
Di encama êrîşên Îsraîlê da yên ku ji 7ê cotmeha 2023yan pê va li dijî Xeta Xezeyê dest pê kiribûn heta niha 61 hezar û 369 kes hatine kuştin û 152 hezar û 850 kes jî birîndar bûne.
Tê gotin li Xeta Xezeyê hê jî bi hezaran cinaze di binê kavilan da ne.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.