Li Xeta Xezeyê ku Îsraîlê xela lê daye rakirin, di 24 saetên dawîn da 6 kesên din jî ji birçîna mirin
- Li Xezeyê 93 jê zarok jimara kesên ku ji birçîna mirin, derket 175an

Istanbul
Hat ragihandin, li Xeta Xezeyê ku Îsraîlê mehkûmî xelayê kiriye, di 24 saetên dawîn da 6 kesên din jî ji birçîna mirin û jimara kesên ku ji birçîna mirin derket 175an.
Midûrê Giştî yê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê Munîr el-Burş li ser hesabê xwe yê medyaya civakî der barê kesên ku li Xezeyê ji birçîna mirin da agahî da.
Burş diyar kir ku di 24 saetên dawîn da 6 Filistîniyên din jî ji birçîna mirin, li Xezeyê 93 jê zarok jimara kesên ku ji birçîna mirin, derket 175an.