Li Xan Yûnisê di êrîşa Îsraîlê ya bi dronê ya dijî konê li hewşa dibistanê da 18 kes hatin kuştin

Istanbul
Li bajarê Xan Yûnisê yê li başûrê Xeta Xezeyê, artêşa Îsraîlê êrîşî konê li hewşa dibistanê yê sivîlên derbederbûyî kir û di encamê da 18 Filistînî hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFAyê, drona Îsraîlê li başûrê Xan Yûnisê konekî li Dibistana Hannawiyê yê kesên derbederbûyî tê da diman, kir armanc.
Di êrîşê da 18 kes hatin kuştin ku di nav da jin û zarok jî hene û her wiha gelek kes jî birîndar bûn.
Çavkaniyên tenduristiyê yên li herêmê ragihandin ku piştî êrîşê gelek birîndar bo nexweşxaneyan hatin veguhestin.
Ji aliyekî din va hat destnîşankirin, li herêma Kîzan en-Neccarê ya li başûrê Xan Yûnisê tankên Îsraîlê malên sivîlan kirin armanc û herêmên bakur ên bajarê Xezeyê jî bûn armanca topxaneyan.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.