Abdullah Tel
30 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2017
AMMAN
Li Urdinê du birayên Qral Evdilayê 2yemîn û pismamekî wî ji artêşê hatin teqawîdkirin û ev yek jî wekî "rewşeke asayî" hat hesibandin.
Biryara Qral Evdilayê 2yemîn a ku hefteya borî birayê xwe Faysal (54) û Elî bîn Hiseyîn (42) û tevlî pismamê xwe Talal bîn Mihemed (52) ji artêşê dûr xist û da teqawîdkirin, li welêt bû sedema nîqaşê.
Rayedarekî payebilind ê nêzî rêveberiyê ku nexwest navê wî bê dayîn daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku teqawîdkirina prensan tiştekî asayî ye û wiha pê da çû: "Van hersê prensan jî di artêşê da wek hemû ewladên vî welatî karê xwe kiriye û rutbeyên bilind jî hildane. Ji bo karên muhim jî hatine wezîfedarkirin. Gotinên wekî tesfiyekirin û yan jî bi tenê hiştina prensan rast nînin."
Qral Evdilayê 2yemîn hefteya borî biryar dabû ku bila birayên wî Faysal û Hiseyîn û pismamê wî Mihemed ji artêşê bên teqawîdkirin û di peyama xwe da ji hersêyan ra jî spas kiribû û gotibû ku ji bo pêşketin û pêşveçûna artêşê ew dest bi pêvajoya avabûneke nû dikin.