Li Ummanê 29emîn Fûara Kitêban a Masqatê ya Navneteweyî vebû

İstanbul
Li Masqata paytextê Ummanê îsal 29emîn Fûara Kitêban ya Masqatê ya Navneteweyî hat lidarxistin, di roja ewil da 70 hezar kesî fûar ziyaret kir.
Rayedara Wezareta Enformasyonê ya Ummanê Şeyxe el-Mehrûqiyeyê ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku milet eleqeyê nîşanî fûarê dide û di roja ewil da 70 hezar kesî fûar ziyaret kir.
Mahrûqiyeyê got, "Ev eleqe nîşan dide ku fûar çiqas girîng e. Him ji welêt him jî ji derveyî welêt gelek kesan fûar ziyaret kir. Li fûarê ji 600 hezarî zêdetir berhem hene."
Fûara ku îro hat vekirin wê heta 3yê Gulanê vekirî be. Ji her milet û çandan xwîner wê fûarê ziyaret bikin.