Özcan Yıldırım
20 Cotmeh 2025•Rojanekirin: 21 Cotmeh 2025
ANKARA (AA) - Serokê Ragihandina Serokomariyê Burhanettîn Duran ragihand ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan wê ji bo ziyaretên fermî biçe Kuweyt, Qeter û Ummanê.
Duran li ser hesabê xwe yê NSosyalê diyar kir ku Serokomar Erdogan wê li ser deweta hevkarên xwe di 21, 22 û 23yê Cotmeha 2025an da bi dorê Kuweyt, Qeter û Umanê ziyaret bike û wiha dewam kir:
"Di çarçoveya ziyaretan da têkiliyên bi welatên navborî ra wê ji her alî va li ber çavan ra werin derbaskirin û ji bo ku zêdetir tevkarî xurt bibe, wê li ser gavan bisekinin. Her wiha di hevdîtinan da geşedanên herêmî di serî da tê payîn ku der barê mijarên navneteweyî da îstişare werin kirin. Bi wesîleya ziyaretan seba xurtkirina têkiliyên dualî, tê plankirin ku peymanên muxtelif jî werin îmzekirin."