Dinya

Li Tûnisê Qarwiyê namzedê serokomariyê yê girtî wê tevlî munazereyan bibe

Li Tûnisê destûr hat dayîn ku Nebîl el-Qarwiyê Serokê Giştî yê Partiya Qelbê Tûnisê ku di hilbijartina serokomariyê da ma tûra duyemîn tevlî munazereyan bibe.

Nihat Kavşut  | 21.09.2019 - Rojanekırın : 23.09.2019
Li Tûnisê Qarwiyê namzedê serokomariyê yê girtî wê tevlî munazereyan bibe

Tunisia

Li Tûnisê destûr hat dayîn ku Nebîl el-Qarwiyê Serokê Giştî yê Partiya Qelbê Tûnisê ku di hilbijartina serokomariyê da ma tûra duyemîn tevlî munazereyan bibe.

Li gor nûçeya Televizyona Dewletê ya Tûnisê "Lijneya Bilind ya Ragihandina Guhdarîkirin û Dîtbarî" destûr da ku Qarwî ji bona tûra duyemîn beşdarî munazereyan bibe.

Di nûçeyê da hat diyarkirin yan wê Qarwî bînin studyoyên navendî û qeyd bên hildan û yan jî wê ji girtîgeha lê dimîne bi weşana zindî beşdarî munazereyan bibe.

Nebîl el-Qarwiyê Serokê Giştî yê Partiya Qelbê Tûnisê ji ber sûcên qaçaxcîtiya bacê û pereyê dereqanûnî 23yê Tebaxê wexta ji bajarê Baceya li bakurê welêt vedigeriya paytext Tûnisê hatibû binçavkirin.

Di hilbijartina ku roja yekşemê hat kirin da li gor encamên fermî Qeys Seîdê namzedê serbixwe ji sedî 18,4 û Nebîl el-Qarwiyê Serokê Giştî yê Partiya Qelbê Tûnisê ji sedî 15,58 ray hildabû û mabûn tûra duyemîn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.