Sevim Hatun
11 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2018
TUNUS
Li Tûnisê protestoyên ku ji ber bihabûnê dest pê kirin ev sê roj in dewam dikin. Herwiha ji ber vê yekê di navbera Serokwezîr Ûsiv Şahid û Eniya Gelparêz a çepgir a mixalefetê da nîqaş çêbûn.
Serokwezîr Şahid piştî protestoyên talan û şidetê îdia kir ku li pişt van bûyeran şebekeyên gendelî û Eniya Gelparêz heye.
Şahid bal kişand ser bûyerên şidetê yên di encama xwepêşandana da derketin û Eniya Gelparêz sûcdar kir û wiha dewam kir: "Hemû êrîşkar van bûyeran sûîstîmal dikin, ji bo talankirin û xerabkirinê derdikevin kolanan. Zarokên biçûk bi kar tînin. Ev xwepêşandan ne ji bo berjewendiyên Tûnisê ne, ber eksê wê zirarê didin welêt."