Elif Orhan
27 Hezîran 2019•Rojanekirin: 28 Hezîran 2019
Li paytexê Tûnisê li hemberî wesayîta polêsan êrîşeke bibombe hat kirin.
Li gor gotina şahidan li ser cihê ku Kolana Hebîb Burgîba û Charles De Gaulle li hev dibirin dijî wesayîteke polêsan êrîşa xwekujiyê hat kirin.
Nûçegihanê AAyê yê ku nêzîkî herêmê bû got dengê teqînê hatiye bihîstin.
Cihê ku êrîş lê hat kirin 150 mêtro nêzîkî Balyozxaneya Tûnisê ya Fransayê ye û wekî "dilê paytextê" tê binavkirin.