Dinya

Li Tûnisê belemên ku dê beşdarî Fîloya Kurewî ya Sumûdê bibin ber bi bajarê Binzertê va diçin

Mehmet Akif Turan  | 13.09.2025 - Rojanekırın : 13.09.2025
Li Tûnisê belemên ku dê beşdarî Fîloya Kurewî ya Sumûdê bibin ber bi bajarê Binzertê va diçin

Tunis

Li Tûnisê belemên ku dê beşdarî Fîloya Kurewî ya Sumûdê bibin ber bi bajarê Binzertê va diçin.

Di parvekirina ser hesabê medyaya civakî ya Karwana Sumûda Mexribê da hat ragihandin ku belemên ku dê ji paytext Tûnisê beşdarî Fîloya Kurewî ya Sumûdê bibin ji benderên Sîdî Bûseîd û Gammartê ber bi bajarê Binzertê yê li bakurê welêt va derketin rê.

Di parvekirinê da dîmenê 2 belemên ku ji Bendera Bûseîdê derketin jî cih girtin.

Karwana Sumûdê ya Mexribê 12 Îlonê di civîna çapemeniyê da ragihandibû 22 belemên ku 31 Tebaxê ji Îspanyayê derketibûn rê û 7ê Îlonê gihîştibûn Tûnisê, ku dixwazin beşdarî Fîloya Kurewî ya Sumûdê bibin, dema ku hewl dan ji Bendera Bûseîdê biçin bendera li bajarê Binzertê bi derengî ketibûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın