Dinya, Koronavîrus

Li tevahiya dinyayê jimara pêketiyên Kovîd-19ê ji 40 milyonî derbas bû

İbrahim Atmaca  | 18.10.2020 - Rojanekırın : 19.10.2020
Li tevahiya dinyayê jimara pêketiyên Kovîd-19ê ji 40 milyonî derbas bû

Ankara

 Li tevahiya dinyayê jimara pêketiyên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ji 40 milyonî derbas bû.

Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê jimara pêketiyên vîrusê derket 40 milyon û 1 hezar û 648an.

Li ser rûyê dinyayê jimara pêketiyan herî zêde li Amerîkayê ye. Li Amerîkayê 8 milyon û 343 hezar û 140 kes bi Kovîd-19ê ketin.

Ji dû Amerîkayê ra 10 welatên ewil ên ku jimara pêketiyan lê zêde ye bi rêzê wiha ne:

Hindistan (7 milyon û 494 hezar û 551), Brezîlya (5 milyon û 224 hezar û 362), Rûsya (milyonek û 399 hezar û 334), Îspanya (982 hezar û 723), Arjantîn (979 hezar û 119), Kolombiya (952 hezar û 371), Fransa (867 hezar û 197) Peru (865 hezar û 549), Meksîka (847 hezar û 108), Îngiltere (705 hezar û 428) û Afrîkaya Başûr (702 hezar û 131).

Li Tirkiyeyê jimara pêketiyan derket 345 hezar û 678an.

Kovîd-19 li Wuhana bajarê Çînê derket holê û belayî ji 200î zêdetir welat û herêman bû. Li ser rûyê dinyayê ji ber şewba Kovîd-19ê milyonek û 115 hezar û 160 kes mirin.

29 milyon û 919 hezar û 400 kesên ku bi vîrusê ketibûn, qenc bûn, tedawiya 8 milyon û 967 hezar û 88 kesan dewam dike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.