Li tevahiya dinyayê jimara pêketiyên Kovîd-19ê ji 230 milyonî derbas bû
Ankara
Li tevahiya dinyayê jimara pêketiyên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ji 230 milyonî derbas bû.
Li gor malpera "Worldometers" a ku daneyên Kovîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê jimara pêketiyên tesbîtkirî yên şewba Kovîd-19ê derket 230 milyon û 985 hezar û 679an.
Herî zêde pêketî li Amerîkayê hene û li welêt 43 milyon û 404 hezar û 877 pêketî hene.
Piştî Amerîkayê bi 33 milyon û 563 hezar û 421an va Hindistan, 21 milyon û 283 hezar û 567an va Brezîlya, 7 milyon û 530 hezar û 103yan va Îngiltere, 7 milyon û 354 hezar û 995an va Rûsya, 6 milyon û 971 hezar û 493yan va Fransa, 6 milyon û 932 hezar û 453yan va Tirkiye, 5 milyon û 493 hezar û 591an va Îran, 5 milyon û 245 hezar û 265an va Arjantîn tê.
Ji ber Kovîd-19ê li tevahiya dinyayê 4 milyon û 734 hezar û 917 kes mirin, 207 milyon û 693 hezar û 605 kes ji vîrusê filitîn û baş bûn.
Hê jî 18 milyon û 557 hezar û 157 nexweşên Kovîd-19ê tên tedawîkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.