Li tevahiya dinyayê jimara kesên ku ji Kovid-19ê filitîn ji 5 milyonî derbas bû
Li tevahiya dinyayê jimara kesên piştî ku bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketin û baş bûn ji 5 milyonî derbas bû.
Ankara
Li tevahiya dinyayê jimara kesên piştî ku bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketin û baş bûn ji 5 milyonî derbas bû.
Li gor malpera "Worldometer"a ku daneyên der barê waqieyên nû yên li welat û herêmên lê Kovîd-19 tê dîtin berhev dike, li dinyayê 5 milyon û 46 hezar û 272 kesên bi vîrusê ketibûn ji nexweşiyê filitîn û baş bûn.
10 welatên ku herî zêde lê nexweş baş bûn bi rêzê va Amerîka (milyonek û 20 hezar û 403), Brezîlya (613 hezar û 345), Rûsya (356 hezar û 429), Hindistan (258 hezar û 685), Şîlî (210 hezar û 570), Îtalya (184 hezar û 585), Almanya (175 hezar û 700), Îran (169 hezar û 160), Tirkiye (162 hezar û 848) û Peru (148 hezar û 437) ye.
Vîrusa ku li Çînê derket holê di demek kurt da belavî ji 200î zêdetir welat û herêmê bûbû.
Li tevahiya dinyayê jimara waqieyên Kovîd-19ê derket 9 milyon û 359 hezar û 372, ji ber vîrusê 479 hezar û 879 kes mirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.