Li tevahiya dinyayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya nû ketiye ji 423 hezarî derbas bû

Ankara
Li tevahiya dinyayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketin ku li Wuhana bajarê Hubeya eyaleta Çînê derket û li gelek dewletan belav bû, ji 423 hezarî derbas bû.
Malpera "Worldometer"ê ku agahiyên der barê Kovîd-19ê da berhev dike ragihand li tevahiya dinyayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya nû ketine 423 hezar û 297 e.
Li gor daneyan ji ber Kovîd-19ê 18 hezar û 906 kes mirine û 109 hezar û 145 kes baş bûne.
Ji ber Kovîd-19ê li Çînê 3 hezar û 281, li Hong Kongê 4, li Îtalyayê 6 hezar û 820, li Îspanyayê 2 hezar û 991, li Îranê 1934, li Fransayê 1100, li Amerîkayê 784, li Îngiltereyê 422, li Hollandayê 276, li Almanyayê 159, li Koreya Başûr 126, li Swîsreyê 122, li Belçikayê 122, li Endonezyayê 55, li Japonyayê 53, li Tirkiyeyê 44, li Brezilyayê 46, li Swêdê 40, li Filipînê 35, li Portekizê 33, li Danîmarkayê 32, li Awistiryayê 28, li Ekvadorê 27, li Iraqê 27, li Kanadayê 26, li San Marînoyê 21, li Misrê 20, li Yewnanistanê 20, li Cezayirê 19, li Malezyayê 16, Norwêcê 12, li Romanyayê 12, li Hindistanê 10, li Polonyayê 10, li Macaristanê 10, li Luksemburgê 8, li Awistralyayê 8, li Îrlandayê 7, li Peruyê 7, li Pakistanê 7, li Panamayê 6, li Arjantinê 6, li Komara Domînîkê 6, li Fasê 5, li Albanyayê 4, li Burkîna Fasoyê 4, Tûnisê 4, li Bangladeşê 4, li Taylandê 4 , li Slovenyayê 4, li Meksîkayê 4, li Lubnanê 4, li Bulgaristanê 3, li Kolombiyayê 3, li Ukraynayê 3, li Bosna Hersekê 3, li Sirbistanê 3, li Îsraîlê 3, li Çekyayê 3, li Behreynê 3, li Rêvebiriya Rûm a Qibrîsa Başûr 3, li Paraguayê 3, li Kosta Rîkayê 2, li Tayvanê 2, li Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb 2, li Sîngapurê 2, li Porto Rîkoyê 2, li Mauritiusê 2, li Şîliyê 2, li Lîtvanyayê 2, li Ganayê 2, li Makedonyaya Bakur 2, li Komara Demokratîk a Kongoyê 2, li Îzlandayê 2, li Erebistana Siûdî, Curaçao, Gravên Caymanê, Gabon, Jamaika, Guatemala, Guyana, Karadax, Guam, Kuba, Nîjerya, Martînîk, Efxanistan, Guadeloupe, Azerbeycan, Moldova, Andorra, Xirvatistan, Rûsya, Fînlandiya, Kamerun, Zîmbabve, Gambiya, Cabo Verde û Sûdanê her yekî kesek mirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.