Dinya

Li Tel Avîvê bi hezaran protestovanên Îsraîlî bangewaziya xwe ya îstifakirina Netanyahu dubare kirin

Mehmet Alaca  | 17.03.2024 - Rojanekırın : 19.03.2024
Li Tel Avîvê bi hezaran protestovanên Îsraîlî bangewaziya xwe ya îstifakirina Netanyahu dubare kirin

Quds

 Li paytextê Îsraîlê Tel Avîvê bi beşdariya bi hezaran Îsraîliyan, bi daxwaza îstifakirina hikûmeta Serokwezîr Binyamin Netanyahu û pêkanîna hilbijartina giştî ya pêşwext, protesto hat lidarxistin.

Li ser Kolana Piling a bi protestoyên dijî verastkirinên darazê yên hikûmeta Netanyahu va bûye sembol ya ku polêsan bi bariyerên hesin va girtin, bi hezaran xwepêşandêr berêvarê hatin cem hev.

Li ser platforma ku di Kolana Piling da hat edilandin, aktîvîstan axaftinên dijî hikûmetê kirin û her wiha xwepêşandêran jî li dijî Serokwezîr Netanyahu û siyasetmedarên di hikûmetê da pankart, afîş û dovîz vekirin.

Xwepêşandêran durişmên wekî "Netanyahu têk bibe", "Hilbijartin aniha" berz kirin û li pey pankarta "Hûn hikûmeta me nînin" wek kortej ber bi meydanê meşiyan û li fîqê dan.

Xwepêşandêr Yael ê ji peyamnêrê AAyê ra axivî, diyar kir ku ew pir hez dike Netanyahu îstifa bike û wiha got, "Ez dixwazim ew ji jiyana min derkeve. Bi min ew Îsraîlê ji holê radike, demeke dirêj e Îsraîlê ji holê radike."

Li meydana ku polêsê Îsraîlê bi bariyerên hesin dor lê girt, xwepêşandran bariyer dan ber pehînan.

Polêsên xwestin rê li xwepêşandêran bigirin jî bi emilandina hêz û quwetê gelek xwepêşandêr binçav kirin.

Li Îsraîlê pêla dijî hikûmeta Netanyahu fenanî aşîtê mezin dibe. Van hefteyên dawîn, komên dijî hikûmetê protestoyên xwe zêde kirin ku hilbijartina pêşwext were kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın