Dinya

Li Tel Avîva paytextê Îsraîlê protestoya dijî hikûmetê hat lidarxistin

Faruk Hanedar  | 21.12.2025 - Rojanekırın : 21.12.2025
Li Tel Avîva paytextê Îsraîlê protestoya dijî hikûmetê hat lidarxistin

Quds

Bi sedan kesên li Tel Avîva paytextê Îsraîlê kom bûn, Serokwezîr Binyamin Netanyahu û hikûmeta wî protesto kirin.

Li gorî çapemeniya Îsraîlê, li Meydana Habîmayê ya Tel Avîvê, bi sedan kesên ku bi pêşengiya saziya civaka sivîl "Em Pêkva Radiwestin" (Standing Together) kom bûn, li dijî hikûmeta Netanyahu xwepêşandan li dar xist.

Xwepêşandanan êrîşên nijadperest yên ku li Îsraîlê li dijî Filistîniyan zêde dibin û her wiha ji hêla hikûmeta Netanyahu qebûlnekirina berpirsiyariya 7ê Cotmehê rexne kirin û diyar kirin ku hikûmet, rêveberiya Îsraîlê ya herî xirab a di dîrokê da ye.

Di protestoyê da xwepêşandêran pankart û dowîzên bi nivîsên "Îsraîl welêt di qurbangeha dagiriyê da qurban dike" û "Sûcdar divê di girtîgehê da bin ne di hikûmetê da" vekirin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın