Li Îsfehanê di encama êrîşên Amerîka-Îsraîlê da tesîseke radyasoyonê xesareke mezin hilda
Hat ragihandin, di êrîşên ku Amerîka û Îsraîlê birin ser Îranê da li Îsfehanê di tesîseke radyasyonê da xesareke mezin çêbû.
Ankara
Hat ragihandin, di êrîşên ku Amerîka û Îsraîlê birin ser Îranê da li Îsfehanê di tesîseke radyasyonê da xesareke mezin çêbû.
Li gor Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranî (ISNA), Navenda Ewlehiya Nukleerê ya Neteweyî wiha daxuyand, "Li Îsfehanê di encama êrîşên Amerîka û Îsraîlê da tesîseke radyasyonê xesareke mezin hilda."
Hat gotin ku tesîsa radyasyonê bi gelemperî ji bo "fealiyetên çandinî" xebatan dike, digel êrîşê qirêja radyasyonê nehat tesbîtkirin.
Hat gotin ku der barê êrîşên dijî tesîsê da Ajansa Vejena Atomê ya Navneteweyî (UAEA) hat agahdarkirin.
![]()
-Li Tehrana ku di hedefa Amerîka û Îsraîlê da ye, teqînên nû çêbûn
Li Tehrana paytexta Îranê ku di hedefa êrîşên Amerîka-Îsraîlê da ye, teqînên nû çêbûn.
Başûrê rojhilatê Tehranê di serî da li bajêr gelek teqîn çêbûn.
Piştî teqînan ji deverên cuda yên bajêr dû rabû.
Li Tehranê bihîstina dengê balafiran dewam dike û pergalên parastina esmanî jî kirin dewrê.
- Li Tehrana teqînên nû çêbûn
Li Tehrana paytextê Îranê ya di bin êrîşên Amerîka û Îsraîlê da ye, teqînên nû çêbûn.
Li gorî nûçeyên çapemeniya Îsraîlê, li Tehranê teqînên nû çêbûn.
Piştî ku hêzên Amerîka û Îsraîlê ragihandin ku wan dest bi êrîşeke nû kirine, teqîn çêbûn.
-Hîva Sor a Îranê: Di êrîşên Amerîka û Îsraîlê da li tevahiya welêt 9 hezar û 669 cihên sivîl hedef hatin girtin
Hîva Sor a Îranê daxuyand di êrîşên Amerîka û Îsraîlê da 7 hezar û 943 avahî, 1617 cihên bazirganiyê, 32 navendên tenduristiyê, 65 dibistan û 13 navendên girêdayî Hîva Sor hedef hatin girtin.
Di daxuyaniya Hîva Sor a Îranê da hat gotin di êrîşên Amerîka û Îsraîlê da li tevahiya welêt 9 hezar û 669 cihên sivîl hedef hatin girtin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Di nav van hedefan da 7 hezar û 943 avahî, 1617 cihên bazirganiyê, 32 navendên tenduristiyê, 65 dibistan û 13 navendên girêdayî Hîva Sor hene."
Hat gotin di êrîşan da 11 xebatkarên tenduristiyê hatin kuştin û 33 kes jî birîndar bûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
