Dinya

Li Tehrana paytextê Îranê li pey hev dengê teqînan hat bihîstin

Tolga Akbaba  | 28.02.2026 - Rojanekırın : 28.02.2026
Li Tehrana paytextê Îranê li pey hev dengê teqînan hat bihîstin Fatemeh Bahrami

İran

Li Tehrana paytextê Îranê ya ku Amerîka û Îsraîlê dijî wê êrîş dan destpêkirin dengê gelek teqînan hat bihîstin.

Êrîşên Îsraîl û Amerîkayê yên dijî Îranê dewam dikin.

Êvarê li Tehranê li pey hev dengê teqînan hat bihîstin.

Der barê teqînan da hê tu daxuyaniyên fermî nehatin dayîn.

- Êrîşên Amerîka-Îsraîlê yên dijî Îranê û bersivên Îranê

Dema mizakereyên pêvajoya mizakereyê ya di navbera Îran û Amerîkayê da berdewam dikir Îsrîal û Amerîkayê sibehê êrîşên hevpar birin ser Îranê.

Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ragihand ku Îsraîlê dijî Îranê "êrîşên bergir dan destpêkirin. Serokê Amerîkayê Donald Trump jî eşkere kir ku dijî Îranê "operasyoneke mezin" dan destpêkirin.

Di çarçoveya êrîşan da paytext Tehran, bajarên Îsfexan, Kerec, Qum, Tebrîz, Buşehr, Kirmanşah û Îlamê hedef hatin girtin.

Îsraîl û Îranê sehaya asîmanî girtin û li tevahiya Îsraîlê rewşa derasayî hat îlankirin, sîrenan lê xist. Berî êrîşên bersivê yên Îranê bo gelê Îsraîlê hişyariyên ji bo ku biçin sitargehan hatin dayîn.

Artêşa Îranê ragihand ku wek bersiva êrîşên Amerîka û Îsraîlê bi dehan fuzeyên balîstîk û wesayîtên asîmanî yên bêmirov dijî Îsraîlê êrîş dan destpêkirin.

Îranê bi êrîşên fuzeyê di heman demê da baregehên Amerîkayê yên li welatên wekî Bahreyn, Mîrektiyên Ereban ên Yekbûyî, Kuweyt, Qeter û Urdinê hedef girtin û sîtola Amerîkayê ya li Bahreynê hat lêxistin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın