Dinya

Li Tehrana paytextê Îranê ku di binê êrîşên Amerîka û Îsraîlê da ye, teqînên nû çêbûn

Mustafa Melih Ahıshalı, Tolga Akbaba  | 04.03.2026 - Rojanekırın : 04.03.2026
Li Tehrana paytextê Îranê ku di binê êrîşên Amerîka û Îsraîlê da ye, teqînên nû çêbûn

Tahran

Li Tehrana paytextê Îranê ku di binê êrîşên Amerîka û Îsraîlê da ye, teqînên nû çêbûn.

Li rojhilata Tehranê herî kêm 2 teqîn çêbûn. Teqîn ji herêmên dûr ên bajêr jî hat bihîstin.

Der barê cihê ku bû hedef û xesarê da hê daxuyaniya fermî nehatiye dayîn.

- Êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên dijî Îranê

Dema pêvajoya mizakereyê ya di navbera Tehran û Washîngtonê da dewam dikir, Îsraîl û Amerîkayê di 28ê Sibatê da êrîşên eskerî birin ser Îranê.

Îranê jî digel Îsraîlê, baregehên Amerîkayê yên li Qeter, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban û Bahreyn di serî da êrîşî baregehên Amerîkayê yên li welatên herêmê kir.

Di êrîşên Amerîka û Îranê da digel Serokê Îranê Ayetullah Elî Xamaney, gelek rayedarên payebilind hatin kuştin.

Heyva Sor a Îranê daxuyand ku di êrîşên Amerîka û Îsraîlê da 787 kes hatin kuştin.

Artêşa Îsraîlê: Balafireke me ya F-35iyê li ser esmanê Tehranê balafira şer a Îranê xist

Artêşa Îsraîlê îdia kir, balafireke wan a F-35iyê (Adir) li esmanê Tehrana paytextê Îranê balafira şer-perwerdeyê ya tîpa Yak-130î xist.

Ji artêşê Îsraîlê der barê mijarê da daxuyanî hat dayîn.

Di daxuyaniyê da wiha hat îdiakirin, "Balafireke Hêzên Esmanî ya Îsraîlê a F-35iyê qasek berê li esmanê Tehranê balafira şer (Yak-130) xist. Bi vê daxistinê va li dinyayê cara ewil e ku F-35, balafireka şer ya bifirokevan dixe."

Yak-130a balafira pêşketî bi destê şirketa Yakovlevê ya Rûsyayê hatiye çêkirin û ji bo perwerdeya pîlotên balafira şer a nifşa 4 û 5emîn tên bikaranîn. Çêkirina vê balafirê di 1991an da dest pê kir û cara ewil di 25ê Nîsana 1996an da firîbû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın