Dinya

Li Tehrana paytextê Îranê ji ber qirêjiya hewayê ya zêde pêşbirkên futbolê hatin paşxistin

Mustafa Melih Ahıshalı  | 24.12.2025 - Rojanekırın : 25.12.2025
Li Tehrana paytextê Îranê ji ber qirêjiya hewayê ya zêde pêşbirkên futbolê hatin paşxistin

Istanbul

 Li Tehrana paytextê Îranê ji ber qirêjiya hewayê ya zêde, pêşbirkên futbolê hatin betalkirin.

Televîzyona dewletê ya Îranê, der barê mijarê da daxuyaniya nivîskî ya Komîteya Tenduristiyê ya Federasyona Futbolê ya Eyaleta Tehranê weşand.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku ji ber zêdebûna qirêjiya hewayê ya li Tehranê, hemû pêşbirkên futbolê yên ku ji bo îro hatibûn plankirin hatin paşxistin.

Li gorî biryarê, hemû çalakiyên futbolê yên 24ê Çileya Pêşîn a roja Çarşemê bi tevahî hatin qedexekirin û her wiha destûr wê neyê dayîn ku antreman jî bên kirin.

Li gorî pîvandinên Şirketa Pîvandina Kalîteya Hewayê, qirêjiya hewayê îro li Tehranê wekî 149 mîkrogram/mêtrokup hat pîvan.

Di endeksa qalîteya hewayê da nirxên li gor madeya perçeyî ya di mêtrokupek ya hewayê da (PM10) hat diyarkirin, wiha tê rêzkirin:

"0-50 "hewaya paqij" (kesk), 51-100 "navîn" (zer), 101-150 "hesas" (porteqalî), 151-200 "nebitenduristî" (sor), 201-300 "xirab" (binevşî), 301-500 "talûke" (qehweyî)."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.