Li Tehrana ku di hedefa êrîşên Amerîka-Îsraîlê da ye, teqînên nû çêbûn
İran
Piştî artêşa Îsraîlê daxuyand ku wan li dijî Tehrana paytextê Îranê êrîşa nû da destpêkirin, li bajêr teqînên tund çêbûn.
Artêşa Îsraîlê daxuyand ku wan li dijî Tehranê êrîşa nû da destpêkirin.
Piştî vê daxuyaniyê nûçegihanê AAyê yê Tehranê ragihand ku li aliyê rojhilat û rojavayê bajêr teqînên tund çêbûn.
Ji cihê ku teqîn lê çêbû, dûyekî zêde rabû.
Li bajêr Pergalên Parastina Esmanî yên Îranê di dewrê da ne, bihîstina dengê balafirên şer dewam dike.
- Êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên dijî Îranê
Dema pêvajoya mizakereyê ya di navbera Tehran û Washîngtonê da dewam dikir, Îsraîl û Amerîkayê di 28ê Sibatê da êrîşên eskerî birin ser Îranê.
Îranê jî digel Îsraîlê, baregehên Amerîkayê yên li Qeter, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban û Behreynê di serî da êrîşî baregehên Amerîkayê yên li welatên herêmê kir.
Di êrîşên Amerîka û Îsraîlê da digel Serokê Îranê Ayetullah Elî Xameney, gelek rayedarên payebilind ên Îranê hatin kuştin.
Li gorî rayedarên Îranê, di êrîşên Amerîka-Îsraîlê da 1332 kes hatin kuştin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
