Dinya

Li Tehranê ji ber qirêjiya hewayê ewê muzexane 2 rojan girtî bin

Mustafa Melih Ahıshalı  | 26.11.2025 - Rojanekırın : 26.11.2025
Li Tehranê ji ber qirêjiya hewayê ewê muzexane 2 rojan girtî bin

Istanbul

 Li Tehrana paytextê Îranê ji ber qirêjiya hewayê ewê hemî mekanên dîrokî û muzexaneyên ser bi Wezareta Mîrata Çandî, Geştiyarî û Hunerên Destan 2 rojan (26 û 27ê Mijdarê) girtî bin.

IRNAya ajansa fermî ya Îranê daxuyaniya nivîskî ya Walîtiya Tehranê ya derheqê biryarê da weşand.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku ji ber zêdebûna qirêjiya hewayê ewê hemî mekanên dîrokî û muzexaneyên li Tehranê di 26-27ê Mijdarê da mêvanan qebûl nekin.

Di nava mekanên ku ewê girtîbin da, Muzeya Neteweyî ya Îranê, Muzeya Riza Ebasî, Muzeya Abgîne û Çiniyê, Muzeya Mafûran a Îranê, Muzeya Hunerên Neteweyî, komelgehên çandî û dîrokî yên Sedabad û Niyawaranê digel Qesra Gulistanê ya ku di lîsteya Mîrata Çandî ya UNESCOyê da ye, jî hene.

Hat destnîşankirin ku ev biryar ji bo kêmkirina tevgera nehewce, pêşîgirtina li xetereyên hilmkişandinê û peydakirina şert û mercên aramtir ji bo rêveberiya qeyrana qirêjiya hewayê hatiye girtin.

Li gorî daneyên şirketa çavdêriya hewayê IQAir a navenda wê li Swîsreyê ye, Tehran di warê qirêjiya hewayê da di cîhanê da bi 233 mîkrogram/metrekab, di rêza yekem da ye. Danê sibehê bi 225 mmîkrogram/metrekabî piştî Bexda û Delhiyê di rêza sêyemîn da bû.

Hat ragihandin ku ji ber qirêjiya hewayê, li saziyên xwendina navîn û bilind ên li paytextê perwerde dê ji dûr va were kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın