Li Taylandê rê tep bû û çaleke ku 50 mêtre kûr e, çêbû

Ankara
Li Bangkoka paytextê Taylandê rê tep bû çaleke terikî ku kûrahiya wê 50 mêtre, firehiya wê 30 mêtre ye, çêbû.
Li gor rojnameya Bangkok Postê, li paytext Bangkokê rêya pêşiya nexweşxaneyeke dewletê tep bû.
Piştî ku rê tep bû çaleke ku 50 mêtre kûr û 30 mêtre fireh e, çêbû.
Du dîregên ceyranê û wesayîteke polêsan ket çalê.
Rêyên ku dertên ser rêya çalê, hatin girtin.
Ji nexweşxaneyê nêzî 3 hezar û 500 nexweşên nava cî û nivînan hatin texliyekirin.
Hat gotin ku di bûyerê da tiştek bi kesî nehatiye û der barê bûyerê da lêpirsîn dan destpêkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.