Li başûrê Taylandê beriya eydiyê bi bombeyê ve êrîş hat kirin û di encama êrîşê de zareka qîzîn mir û 7 kes jî birîndar bûn. Li başûrê Taylandê misliman dijîn.
Panya Karavanantê wezîfedarê ewlekariyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku duh êvarê li Pataniyê 10 kîlo teqemeniya ku li rex rê hatibû veşartin dema ku gundparêz di rê de derbas dibûn hat teqandin û di encamê de Atîma Seh-Jeha 12 salî mir.
Hat ragihandin ku di êrîşê de ji 2yê wan zarên qîzîn û ji 2yê wan gundparêz bi tevahî 7 kes jî birîndar bûn.