Li Sûriyeyê piştî têkçûna rejima Esed hilbijartina Meclisa Gel a ewil dest pê kir

İdlib
ŞAM (AA) - Li Sûriyeyê piştî têkçûna rejima Esed ji bilî bajarên Suweyda, Reqa û Hesekê, li 11 bajaran hilbijartin tê kirin û ji 50 herêmên van bajaran 1574 namzedên parlamenteriyê ketin hilbijartinê.
Li gor biryara Komîteya Hilbijartinê ya Payebilind, li 50 herêmên 11 bajaran hilbijartina Meclisên Gel tê kirin.
Balyozên Filistîn û Yêmenê û Meslehetguzarê Berwext ê Şamê yê Tirkiyeyê Burhan Koroglu jî li Pirtûkxaneya Neteweyî ya li Şamê hilbijartina Meclisa Gel şopand.
Hilbijartin li 11 bajarên Sûriyeyê di saet 09.00î da dest pê kir û di saet 12.00î da kuta bû.
Tê payîn ku encamên teqez ên hilbijartinê sibê û dusibe werin eşkerekirin.
140 parlamenter wê bi hilbijartina endamên heyeta hilbijêr va, 70 parlamenter jî wê bi tayînkirina serokomar va, bi tevahî 210 parlamenter wê di meclisa gel da werin wezîfedarkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.