Li Sûriyeyê piştî mutebaqata hikûmetê ya bi YPG/HSDyê ra agirbesta 4 rojî hat îlankirin
Istanbul
Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ragihand ku di çarçoveya maweya 4 rojî ya ku ji bo entegrasyonê dan YPG/HSDya rêxistina terorê da agirbest hat îlankirin.
Di daxuyaniya wezaretê da hat diyarkirin ku di çarçoveya mitebaqata bi YPG/HSDyê ra bi saeta Tirkiyeyê ji saet 20.00an pê va li hemû herêmên operasyona eskerî ji bo 4 rojan agirbest hat îlankirin.
Di daxuyaniya YPG/HSDya rêxistina terorê da jî hat gotin ku "Em tam girêdayî agirbestê ne."
Di daxuyaniya SANAya ajansa nûçeyan a fermî ya Serokomariya Sûriyeyê da hatibû ragihandin ku di navbera hikûmet û YPG/HSDya rêxistina terorê da der barê pêşeroja wilayeta Hesekê da hin mijaran da mutebaqat çêbû.
Di nûçeyê da hatibû ragihandin ku Serokomariya Sûriyeyê ji bo entegrasyona tam a herêmên YPG/HSDya rêxistina terorê dagir kiriye ji bo ku planeke berfireh bê amadekirin û îstişare bên kirin 4 roj mawe dan rêxistinê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
