Li Sûriyeyê, li deverên ku ji YPGya rêxistina terorê hatine sitandin, derxistina neftê destpê kir
Syria
ŞAM (AA) - Li Sûriyeyê, li deverên ku ji YPGya rêxistina terorê hatine sitandin, derxistina neftê destpê kir.
Li gorî SANAya ajansa nûçeyan a Sûrîyeyê, Rêveberê Ragihandina Şîrketa Nefta Neteweyî ya Sûrîyeyê Sefwan Şêx Ehmed, diyar kir ku ekîbên teknîkî li deverên nû hatine rizgarkirin dest bi derxistina neftê kirine.
Ehmed diyar kir ku nefta tê derxistin ji bo rafineriyên Hums û Banyasê tê şandin, û tekezî li wê yekê kir ku aramanca wan ew e, wan bîrên neftê vegerînin rewşa xebitandinê ya dema ku ew hatin rizgarkirin.
Di raporê da hat destnîşankirin ku tê payîn hilberîna rojane ya neftê di nav çar mehên pêş da bigihîje 100 hezar bermîlan.
Ev pêşhatin piştî kontrolkirina zeviyên neftê yên li Reqa û Dêra Zorê li bakurê rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê artêşa Sûriyeyê va û veguhestina wan bo Şirketa Neftê ya Neteweyî ya Sûriyeyê pêk hatin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
