Li Sûriyeyê kontrola ewlehiya Balafirgeha Qamişloyê bi Wezareta Karên Navxweyî hat spartin
İdlib
Wezareta Karên Navxweyî ya Sûriyeyê ragihand ku kontrola ewlehiya Balafirgeha Qamişloyê bi şaxên girêdayî wezaretê hat spartin.
Wezaretê di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê Telegramê da ragihand ku di çarçoveya cîbicîkirina madeyên rêkeftina hikûmeta Sûriyeyê û rêxistina terorê YPGyê da Rêveberiya Ewlehiyê ya Balafirgeh û Deriyên Sînorî ya Wezareta Karên Navxweyî, peywira kontrola ewlehiya Balafirgeha Qamişloyê hilda stûyê xwe.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin, piştî teslîmgirtina kontrola ewlehiyê, sepan û kordînasyona li balafirgehê dê ji hêla şaxên girêdayî wezaretê bên birêvabirin.
Di navbera rêveberiya Sûriyeyê û YPGyê da di 29ê Rêbendanê da rêkeftineke nû ya agirbest û entegrasyona qedemeyî pêk hatibû.
Di vê çarçoveyê da hêzên ewlekariya navxweyî yên Wezareta Karên Navxweyî di 2yê Sibatê da ketibûn parêzgeha Hesekeyê û di 3yê Sibatê da jî ketibûn navçeya Qamişloyê.
